Hozan Evdo - Kela Zilmê

 (versiyon 1)
Metin boyutu: ( + Büyült ) ( - Küçült)   

KELA ZİLMÊ



Li gul danê me gul çandin

Ala rengîn li ser çikandin

Ser wan gula bilbila xwendin

Dost û Dijmin ji hev bezandin 



Kela zalimê Ewirr dişandin

Zincîra zilmê qetandin

Li ber çana avrûpayê heyyyy

Gelek deng vedan cîhanê ooff










Yaramin hat li gul danê

heçar çeper xeber danê

Rakirin ala jîyanê

Mizgîn da min bêrîwanê



Lê kir tavîyê lê baranê

Ez derketim ax eywanê

Zozanê me li ser çîyayê hoyyyyy

Xweeş kir zengil berx û mîyê ooff





GOTIN Û MUZÎK

HOZAN EVDO




Bu döküman AkorMerkezi.com'da yayınlanmıştır. http://www.akormerkezi.com


İçerik Kısa Linki:


Beğendiniz mi? Kela Zilmê Sözleri sayfasını Şimdi paylaşın: